Zêbarî û Lavrov rêkeftineke siyasî û dîplomasî îmze kirin

Wezîrê derve yê Êraqê Hoşyar Zêbarî û yê Rûsyayê Sergei Lavrov li navenda wezareta derve ya Rûsyayê li ser peymaneke hevkariya siyasî û dîplomasî di navbera Êraqê û Rûsya de îmze kirin.
Wezareta derve ya Êraqê bi beyanamekê de gotiye ku, di rêresmkê de li ser peymana lihevkirinê bo hevkariya siyasî û dîplomasî hate îmzekirina.
Di beyannameyê de hatiye ku her du aliyan teqez li ser sekinandina tundûtijiyê û rijandina xwînê û dîtina rêareyeke siyasî ji aloziya girêkbuyî re kirine.
Her weha beyannameya wezareta derve ya Êraqê da zanîn ku, aliyê Êraqê alîkariya Rûsyayê xwestiye ku Êraqê ji paşmaya benda heftem bi Kuwêtê re rizgar bike




