Naweran.. 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
__2015_06_18_h21m35s20__LB.jpg)
Naweran-KDP.info- Jêderekî agahdar ji eniya Naweranê ragihand ku, di encama bombebarana ser navend û çeperên DAIŞê li eniya Naweranê de 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Berpirsê Ragihandina Liqê 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî û topxaneyên Hêzên Pêşmerge li eniya Naweranê navend û çeperên terorîstên DAIŞê dan.”
Wî berpirsê PDKê li Mûsilê wiha got: “Di encama wê bombebaranê de, li gorî agahiyan 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û çend navendên DAIŞê hatin têkbirin.”




