26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zeîm Elî: Bi bê Pêşmerge girtina Mûsilê zehmet e

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle, Zeîm Elî amaje bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer dike û dibêje, Bi bê Pêşmerge girtina Mûsilê zehmet e û ji ber ketina Rumadî operasyon paş ket.

Zeîm Elî, Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmerge di şerê DAIŞê de pir mêrxas in. DAIŞ gellekî hewl da ku eniya Pêşmerge têk bibe, lê nikarî. Raste niha tevgera DAIŞê mîna berê nemaye, lê Pêşmerge ne kêm xem e û dizanin çekdarên wan ranawestin, ku kengî ji wan re derkeve wê êrişî Pêşmerge bikin.”

Elî wiha got: “Bi bê Pêşmerge girtina Mûsilê zehmet e, ji ber ku para mezin ji parêzgehê li bakurî bajarê Mûsilê ye, û niha gellek jê di destê Pêşmerge de ye, bi taybetî riyên sereke yên navbera Iraq û Sûriyê, ku vê yekê gellek ziyan gehandine DAIŞê. Ji ber ku Rumadî di destê DAIŞê de ye, azadkirina Mûsilê dê zehmet be.”
 

Nûçeyên têkildar