25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya li ser alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Brîtanya-KDP.info- Şêwirmendê pilebilind ê Wezareta Bergiriyê ya Brîtanya ragihand ku welatê wî dest ji piştevaniya Hêzên Pêşmerge nayne. Herwiha pesnê Pêşmerge da û tekez kir ku, eger ne ji berxwedan û mêrxasiya Pêşmerge ba, rêxistina DAIŞê wê gellek cihên din girtiba.

Di hevdîtina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya Karwan Cemal Tahir û Şêwirmendê pilebilind ê Wezareta Bergiriyê ya Brîtanya bo Rojhilata Navîn General Tom Bêkêt behsa mêrxasiya Hêzên Pêşmerge û piştevaniya li wê hêzê hat kirin.

Di wê hevdîtinê de, General Tom Bêkêt ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî wê navçeya berfireh diparêzin û baş pêşde çêne. Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, niha rewş dê gellekî xerab ba û wê gellek navçeyên din xistiba destê xwe de.”

Şêwirmendê pilebilind ê Wezareta Bergiriyê ya Brîtanya ragihand ku welatê wî dest ji piştevaniya Hêzên Pêşmerge nayne.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya Karwan Cemal Tahir pesnê rola Brîtanya di şerê li dijî DAIŞê û alîkariya Hêzên Pêşmerge kir û daxwaz kir ku Brîtanya ji berê zêdetir alîkariya Pêşmerge bike.
 

Nûçeyên têkildar