26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

7 Terorîst hatin girtin..Şerê Pêşmerge kirbûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên asayişa Xurmatû di lêgerînekê de 7 terorîstên DAIŞê girtin. Wan terorîstan şerê Pêşmerge kiribûn.

Kemal Ebdulah, Rêveberê Asayişa Xurmatu ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema ku me zanî komek gumankirî li bajarokê Xurmatû digerin, yekser me dest bi lêgerînê kir  û me 7 terorîst girtin, ku beriya niha şerê Hêzên Pêşmerge kiribûn, herwiha çendîn karên terorîstî li deverê pêk anîbûn.”

Kemal Ebdulah wiha got: “Me ew terorîst li taxa Tîn û Eskerî girtin. Ti taxek wek wan herdu taxan xelk jê nayên revandin û ereb û tirkmanên sunî lê nayên kuştin.”

Ebdulah wiha domand: “Yên girtî 5 kes ji wan ser bi DAIŞê ve ne. Ew 2 kesên din nû tevlî wan bibûn û dixwestin karên terorîstî pêk bînin. Hemûyan îtîraf bi tawanên xwe kirine.”

Nûçeyên têkildar