Kurdistan û Qubrisa Ewropayê pêwendiyên xwe bihêztir dikin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî û şandeke Qubrisa Ewropayê tekez li ser pêşxistin û bihêzkirin pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û wî welatî de kirin. Herwiha Hewramî behsa wan pirojeyên siyasî û yasayî yên Herêma Kurdistanê kir, ku bûne stratejiya niha ya Kurdistanê.
Hêmin Hewramî, Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li şandeke Partiya Qubrisa Ewropayê bi serokatiya Giyorgos Kîpryanîdis Şêwirmend û Cîgirê Serokê wê partiyê kir.
Di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera herdu aliyan de hat kirin û tekez li ser pêşxistin û bihêzkirin pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û wî welatî de kirin.
Hewramî dixweşiya xwe bi vê serdanê diyar kir û hêvî xwest ku bibe destpêkek bo pihêzkirina pêwendiyan. Herwiha Hewramî behsa wan pirojeyên siyasî û yasayî yên Herêma Kurdistanê kir, ku bûne stratejiya niha ya Kurdistanê.
Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û pêgeha Herêma Kurdistanê kir û behsa şikandina efsaneya DAIŞê bi destê Hêzên Pêşmerge kir û amaje bi serdanên vê dawiyê yên Serok Barzanî bo Amerîka û çend welatên Ewropayê kir.
Hewramî daxwaz ji şanda mêvan kir ku berpirsên welatên xwe han bidin da ku Konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin. Herwiha şanda mêvan jî bi giringî behsa ezmûna Herêma Kurdistanê û rola Hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan de kir û bilind nirxand.




