Brîtanya: Pêşmerge hemû ol û neteweyan bêyî cudahî diparêzin

KDP.info-Hewlêr- Şandeyê Taybet ê Serokwezîrên Brtîanya bo Karûbarên Asayişê (Tom Beckett) li Herêma Kurdistanê destxweşî li Pêşmergeyên Kurdistanê kir “ku karîne biwêrane rûbirûyê hovîtirîn grûpa terorîstî bibin û hemû netewe û olan biparêzin.”
Îro Pêncşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Tom Beckett û şanda ligel kir û rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yê şerê li dijî DAIŞê û çend pirsên taybet bi perwerdekirina Pêşmerge gotûbêj kirin.
Tom Beckett spasiya Serokwezîr Barzanî li ser vê hevdîtinê kir û got: “Pêşmerge karîne biwêrane rûbirûyê hovîtirîn grûpa terorîstî li cîhanê bibin û hemû netewe û olan bêyî cudahî biparêzin” û spasiya qehremaniya Pêşmergayn kir.
Navborî amaje kir ku, karên perwerdekirina Pêşmergeyan li navendên taybet bibaşî birêve diçin û pêşkeşkirina alîkariyan ji aliyê Brîtanya ve bo Herêma Kurdistanê bi pêwîstî da zanîn.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya wê serdana şanda mêvan kir û got ku, Brîtanya ji welatên yekem bû yên ku alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kiribû, herwiha spasiya wî welatî kir.
Serokwezîr Barzanî hêvî xwest jî ku, Brîtanya li ser karê perwerdekirina Pêşmergeyan “niha û paşerojê jî” berdewam be.
dawiyê jî, Serokwezîr Barzanî amaje bi hevahengiya di anvebra Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de kir û hêviya berdewamiya wê heahengî xwest.




