26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Em ligel sîstema parelmenterî ne, Serok Barzanî jî take berbijêrê me ye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr-Serkirdeyekî PDK ragihand ku, ew ligel sîstema parlementrî ne li Herêma Kurdistanê û tekez dike ku Serok Barzanî take berbijêrê wan e bo Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê (Mehmûd Mihemed) ji televîzyona KNN re got ku, ew wek PDK ligel wê yekê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast ji aliyê gel ve were hilbijartin.

Derbarê projeyên aliyên siyasî bo pirsa guhertina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî, Mehmûd Mihemed got: “Pêwîst bû aliyên siyasî çaverêyî komîteya 21 kesî ya amadekrina destûr ba, daku ew vê pirsê yekalî bikin.”

Mehmûd Mihemed tekez kir jî ku, divê Serokê Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê gel ve were hilbijartin û tekez kir ku “take berbijêrê” wan e bo wê postê Serok Barzanî ye.

Nûçeyên têkildar