Bereya Tirkmenî: Divê bi lihevkirinê pirsa serokatiyê yekalî bibe

KDP.info-Hewlêr-Serokê Bereya Tirkmenî yekalîkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya “lihevkirinê” bi pêwîst dizane û dibêje ku nabe “muzayedeya siyasî” di wê pirsê de bê kirin.
Aydin Meirûf di daxuyaniyekê de bo KDP.info got: “Em wek pêkhateya Tirkmen ligel wê yekê ne ku pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku pirseke girîng e, pêwîste bi lihevkirinê were yekalîkirin û muzayedeya siyasî jî têde neyê kirin.”
Meirûf da zanîn ku, hemû aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê dikarin projeya xwe di vê derbarê de pêşkeş bikin “lê pêwîst e bi awayekî hestiyar danûstan ligel bê kirin, lewma pêwîste yek proje hebe û bi piştgiriya hemû aliyan ew pirs yeklî bibe.”
Navborî ku di heman demê de Serokê Frakesyona Bereya Tirkmenî li Parlementoya Kurdistanê ye got: “Eger lihevkirin nebe, ti çareseriyek bo pirsa Serokatiya Herêma Kurdisanê peyda nabe.”




