25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda pêbendî rêkeftinê nebe, Kurdistan dê rêyek din hilbijêre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Kurdistanê bo Petrolê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û di wê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, eger Bexda pêbendî rêkeftinê nebe, Kurdistan dê rêyek din hilbijêre.

Îro Sêşemê 17/6/2015 Civata Kurdistanê bo Karûbarên Petrolê ligel her 5 aliyên siyasî yên beşdar di hikûmeta Kurdistanê de civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên derbarê kêşeyên petrolê ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û hate gotin ku hikûmeta Kurdistanê girêdayî bi peymana îmze kirî û proje qanûna bûdceya sala 2015an bûye lê belê hikûmeta Iraqê girêdayî peyman û proje qanûnê nebûye.

Di civînê de tekez li ser wan çar xalan hate kirin.

1- Hikûmeta Kurdistanê dixwaze tevahiya kêşeyên xwe bi rêya diyalogê ligel Bexdayê de çareser bike jiber ku ev yek vê xizmeta berejwendiyên Kurdistan û Iraqê bike.

2- Eger hikûmeta Iraqê girêdayî bi proje qanûna bûdceya sala 201an nebû vê demê hikûmeta Kurdistanê neçare bo dabîn kirina pêdiviyên jiyana xelk hizra stendina tedbîrên din bike.

3- Aliyên siyasî piştgîriya her cure biryareke hikûmeta Kurdistanê dikin ku ji bo çareser kirina qirîza han bistîne.

4- Piştî der kirina her cure biryarekî hikûmeta Kurdistanê hîn jî dixwaze kêşeyên xwe yên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike.

Nûçeyên têkildar