26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balfiran bi giranî li navendên DAIŞê dan..Hejmarek terorîst kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li eniya Rojavayê Dîcle bi giranî li navendên DAIŞê dan û hejmarek terorîst kuştin.

Li gorî agahiyên hewalgîrî yên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, îro Çarşemê saet 12:15 balafiran li gundê Waîlî yê li hember navenda Keskê ya leşkerî, navendeke DAIŞê dan ber bombeyan.

Herwiha saet 12:30 jî balafirên hevpeymaniya navdewletî çend deqeyan navendên DAIŞê li gundê Ebtîş yê li hember Askê Mûsilê-Keskê li eniya Rojavayê Dîcle dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyên ku ketine destê fermandarên meydanî yên Pêşmerge, di encama wan bombebaranan de navendeya DAIŞê bi yekcarê wêran bû û hejmarek terorîstên DAIŞê jî hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar