DAIŞ 2 kurdan gulebaran dike, ji ber razînebûn ku ligel şer bikin

KDP.info-Mûsil- Çavkamniyek dibêje ku, ji ber ku du welatiyên kurd razînebûn ku di nava çekdarên DAIŞê de şerbikin, rêxitsina navborî ew gulebaran kirin.
Seîd Memuzînî yê agehdar ji rewşa Mûsilê ji KDP.info re ragihand ku “Rêxitsina DAIŞ a terorîst di van demê dawiyê de dest bi kuştina welatiyên kurd ên şêniyên Mûsilê kiriye, îro Çarşemê jî i taxa Bab Top ya naverasta bajêr, du welatiyan kurd bi navê Ehmed Mihemed Felah û Obêd Elî Hisên li pêş çavê xelkê gulebaran kirin.”
Memuzînî da zanîn ku, sedema gulebaran kirina wan xortan ji aliyê DAIŞê ve ew bû ku “ew her du kurd razî nebibûn di nava çekdarên DAIŞê de şer bikin.”
Navborî da zanîn jî ku, li navçeya Nebî Yûnis a Mûsilê, çekdarên DAIŞê xwstin hevjîna welatiyê bi navê Şakir Ehmed el-Xenam bi zorê ji bo cîhada nîkahê bibin, lê navborî teqe li terorîstan kir, piştire ji aliyê terorîstan ve hat gulebaran kirin.
Herwiha Memuzînî aşkere kir ku, ji ber ku pizîşkekî li nava Mûsilê amade nebû ku 40 hezar dolarî bide DAIŞê, çekdaran kurê wî pizîşkî kuştin.




