Kongressê biryareke di perjewendiya Pêşmergeyan de redk dike

KDP.info-Hewlêr- Proje yasaya şandina çekan bi awayekî rasterast bo Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Kongress a Amerîka ve hat redkirin, Senatorê ku ew proje yasa amade kiribû dibêje ku ew dê berdewam be li ser hewlên xwe di vê derbarê de.
Şeva borî (16.06.2015) Kongress a Amerîka proje yasaya ku beriya niha ji bo şandina çekdan bi awayekî rasterast bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xiste dengdanê, lêblê bi praniya 54 dengan ew proje yasa hat redkirin.
Di proje yasayê de hatibû ku, dê Amerîka bi awayekî rasterast û bêyî veger li Bexdayê, çek û teqemeniyan bo Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên hêzên ereb ên sinne li Iraqê bişîne.
Senatorê Amerîkî John Ernest pêşniyar kiribû ku, proje yasaya bergirî ya Amerîka were guhertin û bi wî awayî Washington rasterast çekan bide hêzên Pêşmerge. Lê proje yasa bi cudahiya 9 dengan (54 nexêr û 45 belê) hat redkirin.
Piştî ku ew proje yasa sernetek, Senator John Ernest (ku ew proje yasa amade kiribû) di daxuyaniyekê de soz da ku dê li ser serxistina proje yasayê berdewam be û got: “pêbend dibim bi piştgiriya kurdan ku hevpeymanekî bihêz ê Amerîka ye ji bo jinavbirina Dewleta Islamî, ji ber ku Amerîka naxwaze êdî biryara pirçekirina kurdan di vê demê de derengtir bike.”
Piştî redkirina vê proje yasayê, dê Amerîka wek berê çek û teqemeniyan bide Bexdayê, Bexda jî bi rêya xwe dê wan parve bike, lê di demên borî de diyar bû ku Bexda naxwaze bi awayek cidî çek û alîkariyan bişîne ji Pêşmergeyên Kurdistanê re.




