26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKÎ û PKK carek din lihev dicivin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) dibêje ku, biryare di demeke nêzîk de, ew ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) civîneke sêyem li darbixin, ji bo ku xalên ku li ser rêkeftine bikevin warê cîbicîkirinê.

Di civîna duyem a PDKÎ û PKK de, biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de carek din ji bo çaresekrina arîşeyên ku hene lihev bicivin. Berpirê Peywediyên PDKÎ Mihemed Salih ji (KDP.info) re ragihand ku, biryar bû civîna sêyem di navbera 7-10 rojan de hatiba li darxistin lê heta niha dem jê re nehatiye diyarkirin “her demê jî re amade bin ti arîşeya me ji bo encamdana civînê nîne.”

Mihemed Salih da zanîn jî ku, di civîna çaverêkirî de, wê her du alî xalên ku li ser rêkeftine têxin warê cîbicîkirinê.”

Navborî tekez kir ku, niha Pêşmergeyên PDKÎ û gerîlayên PKK bi hev re li yek navçeyê ne û wiha berdewam kir “lê piştî destpêkirina civînan ti şer û aloziyek” di anvbera he du hêzan de derneketiye.

Roja 24E ridden Bori, gerîlayên PKK navçeya Kêleşînê li ya navbera Basur û Rojhilatê Herêma Kurdistanê de êrîşî Pêşmergeyên PDKÎ kiribûn, in encama êrîşî de Pêşmergeyek Shid bibû û 3yên birîndar bibûn din.

Lê piştire bi destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du alî lihev civiyan û dawî bi wê aloziya ku derketibû anîn, heta niha jî civîn berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar