26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêrevanî û balafiran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Jêdrekî ji Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, li eniya Naweran 2 navendên terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên Zêrevanî ve hatin topbarankirin û gellek ziyan gihîtin wan.

Li gorî agahiyên ku Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî dane malpera KDP.info, îro sêşemê di 2 demên cuda de, 2 navendên terorîstên DAIŞê li gundê Xursebadê yê eniya Naweranê, ji aliyê çekên giran ên hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û ji aliyê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bun armanc. Navenda yekê saet 3:30 piştî nîvro, herwiha saet 6:30 êvarî jî li navenda duyem dan û herdu navendên wan hatin wêrankirin.

Li gorî agahiyên hûr ên hewalgîrî û fermandarên meydanî yên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, gellek ziyanên DAIŞê hene, ku hejmarek mezin ji çekdarên wan hatine kuştin.
 

Nûçeyên têkildar