26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xoşnaw: Mafê xelkê ye bi awayekî rasterast serokê xwe hilbijêrin..Ji raya xelkê netirsin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, pêwîst e gel bi referendum biryarê bide ku parlamentoya serokê Herêma Kurdistanl diyar bike yan jî xelk bi xwe rasterast wî hilbijêrin.

Omêd Xoşnaw, Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku ji mafê wan e, bi awayekî rasterast deng bidin serokê xwe û mafê ti aliyekî tune ye ku wî mafî ji xelkê bistîne. Guhertina awayê hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê bi rêya referandûmê dibe, ku pêwîst e gel bi referendum biryarê bide ku parlamentoya serokê Herêma Kurdistanl diyar bike yan jî xelk bi xwe rasterast wî hilbijêrin.”

Xoşnaw wiha got: “Pêwîst nake ku ti alî bi tena xwe pirojeyan bo wê yekê pêşkêş bike, ji ber ku ew mijar girêdayî me hemûyan e û Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji komîsonê re şandiye da ku hilbijartin birêve biçe. Bila kes ji raya gel netirse di hilbijarinan de.”
 

Nûçeyên têkildar