Balyozê Misirê: Em mêrxasî û çavnetirsiya Pêşmerge bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Misirê yê li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, Misir mêrxasî û çavnetirsiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîne.
Îro Sêşemê 16-6-2015 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Misirê yê li Iraqê Hesen Derwêş û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Misirê de û hêviya berfiretir kirin û bihêztirkirina peywendiyên han xwest û amade bûna welatê Misirê jî bo zêdetirkirina çalakiyên xwe yên di warê abûrî û bazirganî de li Kurdistanê de diyar kir.
Şanda mêvan herwiha mêrxasî û çavnetirsî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de jî bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku destûra bingehîn ya Iraqê were cîhbicîhkirin û mafên tevahiya pêkhateyên Îraqê jî werin parastin û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir û tekez li ser domandin û bihêztir kirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Misirê de kir û amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî bo berfiretir kirina peywendiyên han diyar kir.
Serokwezîr herwiha behsa serkeftinên berdewam yên hêzên pêşmerge li dijî terorîstan û planên heyî yên bo azad kirina Mûsilê kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime destûra Îraqê weke xwe were cîhbicîhkirin




