Partiyeke Qubrisê pêşkeftinên Kurdistanê bilind dinirxîne

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Qubrisa Ewropa Corciyos Kîpiryanîdîs serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinekê de şanda mêvan pêşkeftinên Kurdistanê bilind nirxand.
Di wê hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya navçeyê û şerê terorîstên DAIŞê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Qubrisa Yewnanî û çawaniya pêşxistina wan pêwendiyan hatkirin.
Cîgirê Serokê Partiya Qubrisa Ewropa Corciyos Kîpiryanîdîs pêşkeftinên Kurdistanê bilind nirxand û amaje bi dîroka hevbeş di navbera gelê Kurdistanê û Yewnanê kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya alîkarî û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de kir.
Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cefer Êmînkî jî rola welatên rojava di alîkariya gelê Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan de kir.




