Amerîka jî gihîştiye wê baweriyê ku biçekirina Pêşmerge, jinavbirina DAIŞê ye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê eniya Xazirê amaje bi wê yekê dike ku li navçeyê take hêza ku li pêşiya DAIŞê rawest be, Hêzên Pêşmerge ne, lewma Amerîka jî gihîştiye wê baweriyê ku biçekirina Pêşmerge, jinavbirina DAIŞê ye.
Ferîdun Ciwanroyî, Berpirsê Eniya Xazirê di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Hêzên Pêşmerge bi dirêjahiya 1500 km sînorê wan ligel DAIŞ e, herwiha gellek çekên giran li ser Pêşmerge tecrube kirine, lê jibilî ku nikarîbûn pêşde bên, di heman demê de gellek derbeyên mezin xwarin ku li ser asta cîhanê dengvedan e û li hemû dinyayê behsa qehremaniya Pêşmerge dikin.”
Ciwanroyî wiha got: “Niha dema biçekirina Hêzên Pêşmerge ye, ki ber ku pêşeroja DAIŞê li navçeyê metirsîdar e. Li navçeyê take hêza ku li pêşiya DAIŞê rawest be, Hêzên Pêşmerge ne, lewma Amerîka jî gihîştiye wê baweriyê ku biçekirina Pêşmerge, jinavbirina DAIŞê ye.”
Berpirsê Eniya Xazirê wiha domand: “Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şer dike, lewma niha pêwêstiya wan bi çekên nû û pêşketî heye, ji ber ku çekên DAIŞê giran û pêşketî ne.”




