26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Misirê pesnê rola Serok Barzanî da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Misirê yê li Iraqê Ehmed Hesen Derwêş ragihand ku, welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike. Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgîriya wê daxwaza Misirê kir û amadehiya Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyan ragihand.

Îro Serok Barzanî li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Misirê yê li Iraqê Ehmed Hesen Derwêş û Konsulê wî welatî yê li Hewlêrê Omer Fehmî re kir.

Di wê civînê de balyozê Misirê jibilî ku pesnê rola Serok Barzanî di şerê rûbirûbûna terorê de da, daxwaza welatê xwe ji bo berfirehtirkirina pêwendiyên dualî bi Herêma Kurdistanê re û bi taybet di warê hilbirînê de ragihand.

Balyozê Misirê herwiha di civînê de daxawz kiriye, Misir û Herêma Kurdistanê di sektorên çandinî, avdêrî û kehrebayê de bi hev re karê hevbeş bikin.

Di beşek din a civînê de, Balyozê Misirê Ehmed Hesen Derwêş spasiya gelê Kurdistanê kir ku bûye cihê hewandina bi sedan hezar penaber û koçberan.

Herwiha Serork Barzanî jî di vê civînê de amadehiya Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî bo xurtkirin û berfirehtirkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan di warên cuda cuda de nîşan daye.
 

Nûçeyên têkildar