Serok Barzanî gehişte Kurdistanê

KDP.info-Hewlêr- Piştî serdanek fermî bo Îmarata Erebî ya Hevgirtî û welatê Kuwêtê, Serok Barzanî û şanda ligel vegeriya Herêma Kurdistanê.
Îro Sêşem 16.06.2015 Serok Barzanî û şanda li gel piştî serdana xwe ya welatên Kuweyt û Îmarata Erebî ya Hevgirtî û hevdîtina li gel berpirsên bilindên wan dû welatan dawiyê bi serdana xwe ya fermî anî û li rêya Firokxaneya Abûdabî ji aliyê Şêx Tehnun Bin Zayd Al Nehiyan Cîgirê Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Îmarat û hejmarek ji berpirsên wî welatî ve hate oxirkirin. Her heman roj jî Serok Barzanî û şanda li gel li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve vegeriya Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî destpêka vê heftiyê li ser vexwendineke fermî serdana welatê Kuwêt kiribû û li ligel mîr Kuwêtê û berpirsên pilebilind civiya bû.
Piştî bidawîhatina serdana Kuwêtê, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel berê xwe dabûn Îmrata Erebî ya Hevgirtî, îro jî vegeriyan Kurdistanê.
Di gotûbêjên ligel rayedarên her du welatên erebî de, Serok Barzanî behsa pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, herwiha rewşa penaber û derbideran li Herêma Kurdistanê û çawaniya alîkarîkirina wan kiribû.
Hêjayî gotinê ye li vê serdana fermî da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan, Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî bûn.




