PDK: Baweriya me bi lihevkirinê ye, projeya Goranê jî muzayede ye

KDP.info-Hewlêr- Berdevkê Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlemntoya Kurdistanê radighîne ku, ew proje yasaya ku Tegera Goranê “biawayekî tekalî” derbarê pirsa serokatiya herêmê de pêşkeş kiriye “muzayedeya siyasî ye.”
Mihemed Elî Yasî ji KDP.info re ragihand ku “Em ji destpêkê ve di gotûbêjên pirsa serokatiya herêma Kurdistanê de bûn, dema Tevgera Goranê ew projeyasa li ser wê pirsê bi awayekî tekalî pêşkêş dike, wateya vî karî ewe ku baweriya Goranê bi danûstandinan nîne.”
Yasîn amaje dike ku, beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kiribû ku, projeyên xwe derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de pêşkeş bikin “ne ku li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê be.”
Navborî tekez kir jî ku, Serok Barzanî bixwe neraziye ku heyama serokatiyê bo wî were dirêjkirin û wiha berdewam kir: “Tiştê ku Goranê kiriye muzayedeya siyasî û ne tiştekî din e. Em razî nabin ku ti hêzeke siyasî wê ezmûna me ber bi aqareke metirsîdar ve bibe.”
Dawiyê jî Berdevkê Frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê tekez kir ku “Baweriya me bi lihevkirinê heye, ji ber ku ne bi lihevkirinê be ew pirs nayê çareserkirin.”




