25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Siûdiyê: Dewleta Kurdî amariyê li navçeyê peyda dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.ifo-Hewlêr- Bi mebesta çareserkirina arîşeyê Rojhilata Navîn, Erebistana Siûdiyê çend pêşniyaran araste dike, ku di nav wan de damezrandina dewleta kurdî û guhertina sîsetma hikumraniyê li Îranê û pêkanîna aştiyê di navbera ereb û îsraîlê de, hene.

Briya niha, rojnamya Bloomberg a amerîkî, ji sala 2014an ve nûnerên Îsraîl û Erebistana Siûdiyê bi nihênî civiya ne, ji bo rûbirûbûna berferehiya bandora Îranê li Rojhilata Navîn û çawaniya rûbirûbûna desthilata (împratoriyeta osmanî ya kevin) kirine.

Roja 5ê Hezîrana îsal jî, di semînarekê li Peymangeha Peywendiyên Derve yên Amerîka de, naveroka wan civînên nihênî aşkere kirin, Enwer Mecîd Îşkî û balyozê berê yî Îsraîl li Amerîkayê Dor Gold , behsa çawaniya rêgirtin li bihêzbûna Îranê li Rojhilata Navîn kirine.

Enwer Mecîd Işkî di nava pêşnyarên xwe de, damezrandina dewleta kurdî bi fakterekî bihêz bo sînordarkirin desthilat Îran û Tirkiyê û ragirtina berferehbûna pêgeha wan dide zanîn.

Îşkî, ku şêwirmendê selefê (welî ehid)  berê yê şahê Siûdyê, Bender Bin Sultan bû, behsa planeke 7 xalî kiriy, bi mebesta sînrodarkirin û qeliskirina pêgeha Îran li navçeyê. ew hef xal jî evin:

Destpêkirina proseya aştiyê di navbera welatên erebî û Îsraîlê de. Guhertina rejîma Îranê. Bihêzkirina hevgirtina welatên Kendava Erebî. Pêkanîna haşbûna niştimanî li Yemenê. Damezrandina artêşeke erebî ya hevbeş. Avakirina sîstemeke demokrasî li cîhana Erebî. Girîngtirîn xal jî damezrandina dewleta kurdî bû.

Di vê derbarê de, Îşkî gotiye, dibe ku bi awayekî aştiyane kar ji bo avakirina Kurdistana mezin bê kirin, bo sînordarkirina bandora Îran, Tirkiyê û Îraqê.

Berî niha jî, çend carekê berpirsên pile bilind ên îsraîlê piştiriya xwe bo damezrandina dewleta kurdî anîne ziman, lê ev yekemîn car e ku berpirsekî Erebistana Siûdiyê bi aşkereyî piştgiriya xwe bo dewleteke kurdî radighîne.

Nûçeyên têkildar