Li Şingalê tonelk û 4 pêgehên DAIŞê hatin jinavbirin

KDP.info-Şingal-Ji şeva borî ve û heta sibeha îro Sêşemê, firokeyên hevpeymanan û Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî pêgehên rêxitsina DAIŞê li nava Şingalê topbrana û bombebaran dikrin.
Fermandarekî Lîwaya 12an a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê (Semedar Reza) ji KDP.info re ragihand ku, ji encama topbaran û bombebarana Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan “4” pêgehên DAIŞê li Şingalê hatin jinavbirin.
Semedar Reza balkişande ser ziyanên mirovî yên ku gehitşine çekdaran û got: “Herî kêm 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Navborî aşkere kir jî ku, çekdarên DAIŞê mijûlê kolandina tonlekê bûn, da ku bi rêya wê êrîşî pêgehên Pêşmergeyan bikin, lê piştî agehdarkirinê, firokeyên hevpeymanan ew tonel ji nav birin.




