26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xazir.. Balafiran û Pêşmerge li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Hêzên pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan îro li eniya Xazir a li rojhilatê Musilê êrişî navend û baregehên DAIŞê kirin.


Berpirsê Ragihandina Fermandeyiya Pêşmerge yê Zêrevanî, eqîd Dilşad Mewlûd ragihand: “Îşev saet 21:30, Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan êrişî 3 otomobîlên tije ji çek û teqemenî yên çekdarên DAIŞê li Eniya Xazir a li rojhilatê bajarê Musilê kirin.

Li gor gotina Dilşad Mewlûd, di encama bombebarana pêşmege û balafiran de her sê otomobîlên çekdarên DAIŞê bi barê çek û teqemenî hatin têkbirin û herwiha çekdarên tê de jî hatin kuştin.

Mewlûd tekez jî kir, ku ev êriş û bombebaran, li ser agahiyên hûr ên hêzên pêşmerge bûye.

Eniya şer a Xazir, li çiyayê Hesen Şam a li rojhilatê Musilê ye û bi qasî 45 km dûrî bajarê Musilê ye. Ji ber liv û tevgerên zêde yên çekdarên DAIŞê li wê derê, balafirên hevpeymanan gellek caran wê navçeyê bombebaran dikin.
 

Nûçeyên têkildar