26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fermandarê Iraqê: Em bi fermana Malikî ji Mûsilê vekişiyan

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Dema lêkolîn derbarê sedema ketina bajarê Mûsilê di destê DAIŞê de ligel Fermandarê Hêza Bejayî ya Artêşa Iraqê Elî Xîdan dihat kirin, ew mukur hat ku ew bi fermana serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ji Mûsilê vekişiyan.

Beriya salekê, hejmarek çekdarên rêxistina DAIŞê êrişî hinek taxên bajarê Mûsilê kirin, lê her zû artêşa Iraqê ji Mûsilê reviya û hemû bajêr ket destê wan çekdaran. Niha komîteyek bo lêkolînê li ser sedema ketina wî bajêrî hatiye pêkanîn û lêpirsînê bi fermandarên leşkerî re dike.

Endamê Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê, Adil Nûrî eşkere kir ku, Elî Xîdan li pêşiya wî mikur hat ku artêşa Iraqê bi fermana Malikî ji Mûsilê vekişiya.

Adil Nûrî ku parlamenterekî kurd û ser bi Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ve ye, wiha got: “Komîteyê hêj karê xwe bi dawî neaniye, lê diyar bû ku Malikî bi xwe biryara vekişîna artêşê ji Mûsilê daye û ew yek bû sedem ku DAIŞ wê henû xerabkirin ji Herêma Kurdistanê re bîne.”

Komîteya Lêkolînê îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Belgeyên xeternak ketine destê me de, ku 82 kesayetiyên leşkerî û medenî destê wan di ketina Mûsilê de heye û divê biçin pêşiya dadgehê
 

Nûçeyên têkildar