Amerîka dê xwebexşên suniyan biçek bike

Ajans-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê, Selîm Cibûrî mijûlî amadekirina lîsteyekê ye ji navê xortên suniyan e, da ku bi rêya Washingtonê rasterast bên biçekirin.
Berdevkê serokê Parlamentoya Iraqê, Îmad Xefacî ragihand ku, Selîm Cibûrî pêwendî bi komek serokeşîr û berpirsên navxwe yên Enbarê re kiriye, da ku lîsteyekê ji navê xwebexşan amade bikin, ew jî bi mebesta biçekirina wan bi rêya Amerîkayê bo kontrolkirina wê parêzgehê.
Li gorî Xefacî, Serokê Parlamentoya Iraqê pêşbînî dike ku lîsteya navê xwebexşan bigihê 10 hezar kesî.
Li gor sozên ku Cibûrî ji Amerîkayê wergirtiye, ew xwebexş dê bên biçekirin û li navenda Hebaniye bên perwerdekirin.




