Serhed Qadir: Kargeha teqemeniyê ya DAIŞê hat wêrankirin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên parêzgeha Kerkûkê ragihand ku, ji dema ku kargeha çêkirina bombeyan ya DAIŞê hat teqandin, ew hêza wê ya berê nema û pir lawaz bûye.
Kargeha çêkirina bombeyan a DAIŞê li Hewîce hatibû wêrankirin.
Emîd Serhed Qadir, Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên parêzgeha Kerkûkê di daxuyaniyekê ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya çend rojan kargeha amadekirina bombeyan ya herî mezin ya DAIŞê li Hewîceyê bo armanca bombeyan û hat wêrankirin. Di wê kargehê de, otomobîl dihatin bombekirin û dişandin eniyên şer. Diyar e bi hûrî cihê wê kargehê gihîştibû destê balabirên ku lê dan.”
Emîd Serhed Qadir wiha domand: Ji dema ku kargeha çêkirina bombeyan ya DAIŞê hat teqandin, ew hêza wê ya berê nema û pir lawaz bûye.




