Konsulusê Fransa: Em pişta Kurdistanê digirin

Hewlêr-KDP.info- Konsulusê Fransa di dema serdana Parlamentoya Kurdistanê de û civîna ligel Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, piştevaniya welatê xwe ji leşkerî û siyasî bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku, gellek dostên kurdan li Fransayê hene, ku Serokê Fransa bi xwe jî dostê Kurdistanê ye.
Îro Duşemê Dr. Cefer Îbrahîm Êmînkî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li ofîsa xwe ya li avahiya Parlamentoyê pêşwazî li Alyan Gobrîte, Konsulusê Fransa li Hewlêrê kir.
Di wê hevdîtinê de, Gobrîte tekez kir ku berjewendiya Kurdistanê û gelê kurd cihê giringiyê ye li cem welatê Fransayê. Gellek dostên kurdan li Fransayê hene, ku Serokê Fransa bi xwe jî dostê Kurdistanê ye.
Herwiha Alyan Gobrîte amaje bi karên berdewam ên rêxistinên nehikûmî yên fransî li Herêma Kurdistanê û piştevaniya hikûmeta welatê xwe bo wan karan kir, herwiha piştgiriya welatî xwe bo Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî kir û got: “Em pişta Kurdistanê digirin.”




