25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevdîtinên Serok Barzanî li Îmaratê berdewam dikin

Çavkanî: KDP.info

Îmarat-KDP.info- Serok Barzanî li bajarê Ebû Zebî ji aliyê Şêx Muhemed Bin Zayed, Welî Ehdê Ebû Zebî ve hat pêşwazîkirin û di hevîdtineke germ û dostane de, behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û çawaniya pêşxistin û berfirehtirkirina wan pêwendiyan kirin.

Di çarçoveya serdana xwe û şanda pê re bo welatên Kendavê îro Duşemê li bajarê Ebû Zebî, Şêx Muhemed Bin Zayid Welî Ehdê Îmaratê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û şanda pê re kir.

Di hevdîtineke gerim û dostane de, herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û çawaniya pêşxistin û berfirehtirkirina wan pêwendiyan kirin, herwiha pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê û gefên terorîstan li ser asayişa navçeyê û cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Di wê hevdîtinê de herwiha rewşa mirovî ya koçber û penaberên ku ji ber gefên terorîstan, hatin nirxandin.

Di vê serdanê de her yek ji, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Wezîrê Plandanan Elî Sindî û Wezîrê Karebayê Selahedîn Babekir û hejmarek şêwirmend ligel Serok Barzanî ne.
 

Nûçeyên têkildar