Seyda li Sûriyê ye û li Helebê 4 kurd bûne qurbanî

Serokê Encûmena Niştimanî yê Sûriyê Ebdulbasit Seyda li bajarê Helebê serdana Sûriyê kir û bi Artêşa Sûrî ya Azad re civiya.
Hin berpirsên opozisyona Sûriyê ji ajansa Frans presê re ragehandine ku Serokê ENS Ebdulbasit Seyda roja duşemê 8/10/2012`an serdana Sûriyê kiriye û li navçeyên nêzîkî sînorên bi Tirkiyê geryaye.
Seyda di prçeya vîdyoyî de egera serdana xwe ya Helebê dide xûya kirin ku jib o li gel berpirsên artêşa azad re hevdîtinan pêkbîne û pêşketinên meydanî goftûgo bike her weha ji li ser pêşeroja Sûriyê di xizmeta gelê Sûrî de birêkevin e.
Ji aliyekî din de Îro sêşeme sere sibê hêzên rêjîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, ku piraniya şêniyê wê Kurdin da ber guleyên topan û 4 kes bûne qurbanî.
Li gor ajansa îro hêzên rêjîma Sûriyê 5 guleyên hawanê avêtine taxa Şêxmeqsûdê û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndarbûne




