YPG derbasî nava Girê Spî dibe

KDP.info-Girê Spî- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şervanên Volakana Firatê derbasî bajarokê Girê Spî dibin û taxeke wê jî kontrol dikin.
Di berdewamiya operasyona azadkirina Girê Spî (Til Ebiyed) ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de, şervanên YPG û Volkana Firatê ji aliyê rojhilat û başûrê-rojhilat ve derbasî wî bajarokî bûn, niha jî şer û pevçûnên giran di navbera şervan û çekdaran de berdewamin.
Girîngiya Girê Spî, ku li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, ewe ku bigirtina wê navçeyê, dê rêya çûn û hatin di navbera parêzgeha Reqa ya sûrî de (ku di dest DAIŞê de ye) û Tirkiyeyê were birîn.
Li gor ku Navenda Ragihandina YPG belavkiriye, niha şervanên wê taxa (Meşhûr Tehtanî) li başûrê-rojhilatê Girê Spî kontrol kirine û hewla girtina taxa (Meşhûr Foqanî) jî niha didin.
Di operasyona rizgarkirina Girê Spî ji dest DAIŞê de, firokeyên hevpeymaniya navdewletî operasyonên bibando li dijî pêgehên wê rêxistina radîkal pêktîne.
Şervanên Volkana Firatê ji aliyê Kobanê ve û şervanên YPG ji aliyê Serê Kaniyê ve operasyona rizgarkirina Girê Spî destpêkirine, heta niha jî bi 10an gund kontrol kirine.




