Komisyona Hilbijartinan: 20 Tebaxê em nikarim hilbijartinan li darbixin

KDP.info-Hewlêr- Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê radighîne ku, ew nikarin heta 20.08.2015 hilbijartinan li darbixin, dibêje jî ku gelek pêwîstiyên wan hene.
Hendrên Mihemed îro Duşemê ji KDP.info re ragihand ku, nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê diyarkirina roja 20ê Tebaxê de bo encamdana hilbijartinên serokatiyê gehişe Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê, di demeke nêzîk de jî ew ê bersivê bidin.
Mihemed da zanîn ku pêwîstiya wan bi “du budceyan” heye û wiha berdewam kir “Budceyek ji bo damezradninê, ji ber ku komisyon nû hatiye avakirin û tiştekî wê nîne, budceya duyem jî bo hilbijartinan e, ji ber ku bo her dengderekî 10 dolar pêwîstin.”
Navborî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê “3 milyon” dengder hene û bo encamdana her hilbijartinekê, pêwîstiya Komisyna Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê bi “30 milyon dolar” heye.
Serokê Komisyona Hilbijartin û Referandûm tekez kir jî ku, ew nikarin ji niha û heta 20 Tebaxê ti hilbijartinekê li darbixin “ji ber ku pêwîstiya me bi 180 rojî heye” bo amadekirina her hilbijartinekê.




