Medyayên Kuweytê Pêşmerge wek mêrxas didin naskirin

Kuweyt-KDP.info- Ajansa nûçeyan ya Kuweytê ku wek Kona tê naskirin, behsa mêrxasî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê dike.
Ajansa nûçeyan ya Kuweytê ku wek Kona ku wek Kona tê naskirin dibêje, “Hêzên Pêşmerge li sala 2003an ve rolekî berçav di rûxandina rêjîma Beas de û bi taybetî li nêzîkî bajarê Mûsilê dîtine.”
Kona wiha behsa Pêşmerge kir: “Niha jî Pêşmerge bi mêrxasî û qehremanî rolekî mezin di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de dibîne.”
Herwiha wê ajansê behsa role jinên Pêşmerge dike, ku çawa ligel mêran rahiştine çek û bo parastina Herêma Kurdistanê şer dikin û rojane hejmara wan jinan zêde dibin.
Hefteya borî şandek ji rojnamevanên welatê Kuweytê serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên din ên Kurdistanê civiyan, herwiha agahdarî rewşa şerê Pêşmerge bûn.




