Pêşmerge pêgeheke DAIŞê li Mûsilê jinavdibin

KDP.info-Rojavayê Dicle- Pêşmergeyên Kurdistanê pêgeheke rêxistina DAIŞê jinav dibin û “4 terorîst” hatin kuştin.
Berpirsê ragihandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, eqîd Dilşad Mewlûd ji KDP.info re ragihand ku, demjimêr “23:20 ji şeva borî, Pêşmergeyên Zêrevanî bi çekên giran û alîkariya firokeyên hevpeymanan, pêgeheke terorîstên DAIŞê li gundê Teşê, jinavbirin.”
Gundê Teşê dikeve barmber du rêyên Kesekê li enia rojavayê dicle li Mûsilê.
Dilşad Mewlûd balkişanse ser ziyanên madî û mirovî yên ku gihane rêxistina DAIŞê û got: “Tevî jinavbirina pêgeha terorîstan, li gor zanyariyên hûr yên îstixbaratî û fermandeyên meydanî yên fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, 4 terorîstên DAIŞê jî hatine kuştin.”




