Serok Barzanî ji Kuweytê çû

Kuweyt-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro danê êvarî ligel şanda Kurdistanê dawî li serdana xwe bo welatê Kuweytê anîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî li ser vexwendineke fermî ber bi welatên Kuweyt û Îmarata Yekgirtî ya Erebî ve bi rê ket û dê ligel berpirsên bilind ên wan herdu welatan bicive.
Li gorî wê daxuyaniyê, Serok Barzanî û şanda pê re ji welatê Kuwêtê ber bi Îmarat ve çû û dê li wir bi berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive.
Serok Barzanî li û şanda pê re Kuweytê ligel Mîr û Welî Ehd û Serokwezîr û berpirsên Kuweytê re hevdîtin pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, mijara serekî ya hevdîtinên Barzanî ligel berpirsên Kuweyt û Îmaratê ku çend rojan berdewam dike, şerê DAIŞ û pêwendiyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û wan herdu welatan û gotûbêjkirina arîşe û pêdiviyên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û alîkariya wan dibe.
Di vê serdanê de her yek ji, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Wezîrê Plandanan Elî Sindî û Wezîrê Karebayê Selahedîn Babekir û hejmarek şêwirmend ligel Serok Barzanî ne.




