Li Kerûkê, DAIŞê derbeyek mezin xwar

KDP.info-Kerkûk- Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyeke dijwar li çekdarên DAIŞê didin, hejmareke zêde ji çekdaran jî hatine kuştin.
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk-Dubizê (Dr. Kemal Kerkûkî) ji KDP.info re ragihand ku îro Yeşemê demjimêr 11:15 çekdarên DAIŞê ji navçeya “Xewre” êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê, lê bi tundî bersiva wê êrîşê hat dayîn.
Dr. Kemal Kerkûkî aşkere kir jî ku, Pêşmergeyan bi alîkariya firokeyên hevpeymanan bi tundî bersiva êrîşa çekdaran dan “hejmareke zêde ji wan kuştin, tonelek teqanind û hejmareke zêde ji çekên DAIŞê jinavbirin.”
Fermandarê Pêşmerge tekez kir jî ku, DAIŞ di wê tonela ku hatiye teqandin de çek û teqemeniyên xwe veşartibûn.
Kerkûkî bêhtir ronahî xiste ser rewşa meydanî ya wê eniyê û got: “Li navçeyên Mure, Mensûriye û Sedê, DAIŞê 5 guleyên hawen avêtin pêgehên Pêşmerge, lê bi tundî berva wan hat dayîn û ew bêdeng kirin.”




