26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Mîrê Kuweytê rewşa siyasî ya navçeyê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Kuweyt-KDP.info- Serok Barzanî ligel Mîrê Kuweyt û hejmarek ji berpirsên wî welatî civiya û di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê hat nirxandin.

Di çarçêweya serdana fermî Serok Barzanî û şanda li gel ya welatê Kuweytê roja yekşem 14.06.2015 Şêx Sebah Ehmed Cabir El Sebah Emîrê Kuweytê li Koşka Elseyf pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.

Di civînê de Mîrê Kuweytê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî nîşan da û bi germî bi xêrhatinê lê kir. Paşê Serok Barzanî û Mîrê Kuweytê civîneke dualî encam dan û tê da rewşa siyasiya navçeyê nirxandin.

Her heman roj Serok Barzanî li cihê xwe yê mayînê pêşwaziya Şêx Nasir Sebah El Ehmed El Sebah kir û li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê xistin ber behs.

Piştî vê kombûnê Serok Barzanî pêşwaziya Şêx Cabir El Mubarek El Hemed El Sebah Serokê Encûmena Wezîrên Kuweytê kir.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Kuweytê û çawayiya berfireh kirina peywendiyan kirin bi taybetî warê aborî û veberhênan û handana veberhênerên Kuweytê ji bo veberhênana li Kurdistanê.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de bi mebesta berfirehtir kirina peywendiyan vekirina hêla rasterasta firokevaniyê li navbera her dû Firokxaneyên Hewlêr û bajarê Kuweytê guftûgo kirin.

Nîvroya roja yekşem 14.06.2015 li ser şerefa Serok Barzanî firavînek ji aliyê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Welî Ehdê Kuweytê ji bo Serok Barzanî û şanda li gel saz kir ku Serok Wezîrê Kuweytê û hejmarekî zêdeyê Wezîr û berpirsên dewleta Kuweytê têde amade bûn.

Serok Barzanî wêstgeha dawî ya serdana xwe ya dewleta Kuweytê serdana Konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Kuweytê kir û ji aliyê Mihemed Husên Behrilulum Balyozê Iraq li Kuweytê û berpirsên Balyozxaneya Iraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinêye li van hevdîtinan de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî bûn.
 

Nûçeyên têkildar