25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: Serok Barzanî erkê xwe ye yasayî bicih aniye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Çavdêrekî siyasî amaje dike ku, diyarkirina dema hilbijartinên serokatiyê li Herêma Kurdistanê, li gor yasaya serokatiyê ye.

Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê Salih Mela Omer Îsa îro Yekşemê ji KDP.info re ragihand ku, pirsa diyarkirina dema encamdana hilbijartinên serokatiyê li Herêma Kurdistanê pirseke yasayî ye, ji ber ku pêwîste beriya 60 rojî ji bidawîhatina wîlayeta xwe, Serokê Herêma Kurdistanê dema encamdana hilbijartinan diyar bike.

Salih Mela Omer Îsa da zanîn jî ku, niha biryar li cem Komisyona Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê, ka gelo ew dikarin heta wê demê hilbijartinan birêve bibin, yan jî pêwîstiya wan bi demek zêdetir heye.

Navborî diyar kir ku, hinek alî û kesayetî hene ku bi “ne şarezayî” behsa wê fermana Serok Barzanî kirine, tekez kir jî ku ew ferman di berjewendiya giştî ya Herêma Kurdistanê de ye.

Wî çavdêrê siyasî tekez kir jî ku, Serok Barzanî bi vê biryara xwe piştrast kir ku, ew ligel encamdana hilbijartinan e û naxwze hilbijartin neyên encamdan.

Salih Mela Omer Îsa amaje bi girîngiya rola Serok Barzanî di qonaxa niha ya Kurdistanê de kir û got: “Pêwîstiya herêm li ser asta navdewletî û ji bo rûbirûbûna DAIŞê jî bi Serok Barzanî heye, ji ber ku serkeftinan ev yek piştrast kiriye, lêbelê hinek alî ji bo destkeftên syasî dxwazin rewşek peyda bikin ku ne di berjewendiya tu aliyekî de be.”

Nûçeyên têkildar