25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebdulhekîm Xesro: Hemû alî li ser “Dewleta Sivîl” rijdin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Endamekî komîteya amadekrina proje destûra Herêma Kurdistanê tekez dike ku, hemû alî tevî islamiyan jî li ser “dewleta sivîl” rijdin, dibêje jî ku Serok Barzanî bi diyarkirina roja hilbijartinan erkê xwe yê yasayî bicih anî.
Kmoîteya amadekirina destûra Herêma Kurdistanê bo referandûmê berdewam e li ser civîn û karên xwe, endamê komîteyê Ebdulhekîm Xesro ji KDP.info re dibêje ku “ew gav bi gav mijûlê pesendkirina bendan in.”
Ebdulhekîm Xesro teke kir ku, derbarê hemû bendên serekî û bingehîn de “hemû aliyên siyasî yekin û karekî baş encamdidin.”
Derbarê sîstem hikumraniyê li Herêma Kurdistanê de, Xesro aşkere kir ku, ew li ser “sîstemek komarî demokratî parlementeyî” rêkeftine û wiha berdewam kir “Komek pirs hene ku girêdayî desthilatan in, wê di dema xwe de werin behiskirin.”
Derbarê sînorê diyarkirî ji Herêma Kurdistanê re di projeya destûrê de, Ebdulhekîm Xesro tekez kir ku, ji bilî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê, hejmarek navçeyên ser bi parêzgehên Diyala û Mûsilê ve jî wek sînorê Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin.
Duh 13.05.2015, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 20.08.2015 ji bo encamdana hilbijartinên serokatiyê diyar kir, ew endamê komîteya amadekirina proje destûra Herêma Kurdistanê teke kir ku “bi wê fermanê Serok Barzanî erkê xwe yê yasayî bicih anî.”
Komîtey amadekirina proje destûrê ji 21 kesan pêk tê, ew jî nûneratiya hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar