26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komisyona Hilbijartinan derbarê fermana Barzanî de biryar dide

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Komisyona Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê li ser fermana Serok Barzanî bi diyarkirina roja encamdana hilbijartinên serokatiyê dicive, serokê komisyonê jî dibêje ku ew dê nêrîna xwe diyar bikin.

Serokê Komisyona Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê (Hindrên Mihemd Salih) îro Yekşemê ji KDP.info re ragihand ku, di peyrewa wan ya navxweyî de hatiye ku pêwîstiya wan bi “180” rojî heye ji bo encamdana her hilbijartinekê.

Hidrên Mihemes Salih diyar kir ku, ji ber ku komisyona wan nû îsal hatiye drustkirin, pêwîstiya wan bi vekirina çend ofîs û navendan heye ji bo encamdana karên amadekirin û birêve birina hilbijartinan “Lê ew dê îro li ser fermana Serok Barzanî helwesta xwe diyar bikin.”

Duh 13.05.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û li gorî yasayê, roja 20.08.2015 bo encamdana hilbijartinên serokatiyê diyar kir.

Li gor Yasay Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêwîste veriya 60 rojî ji dema bidawîhatiya erkê serokê herêm, roja encamdana hilbijartinên serokatiyê bê encamdan.

Nûçeyên têkildar