Kurdên Almanya piştgirîkirina peyama Serok Barzanî bo serxwebûnê dikin

Almanya-KDP.info- Genc û ciwanên kurd ên Almanyayê bang li hikûmet û parlamentoya Almanyayê kirin, pişta serxwebûna Kurdistanê bigirin.
Armanc ji çalakiyê piştgirîkirina peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê.
Komek genc, ciwan û xwendekarên kurd ên ku li Almanyayê dijîn, li ber avahiya Wezareta Derve ya Almanyayê kom bûn û daxwaz ji hikûmeta Berlînê kirin, pişta serxwebûna Kurdistanê bigire.
Wan genc û ciwanan bi hildana ala Kurdistanê û bi belavkirina belavokan piştgirî ji bo serxwebûna Kurdistanê kom kirin.
Yek ji beşdarên çalakiyê jineke parêzer bû. Wê parêzerê got, rast e Almanya heta niha gellek piştgiriya kurdan bi taybet hêzên Pêşmege kiriye lê divê Almanya zêdetir alîkariya kurdan bike.




