Kerkûkî: Pêşmerge ji navçeyên kurdistanî venakşe..Çareserî serxwebû ne

Kerkûk-KDP.info- Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û Endamê Polîtbîroya PDKê û berpirsê Hêzên Pêşmerge li eniya Rojhilatê Kerkûkê, Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên kurdistanî yên ku bi xwînê ji destê DAIŞê rizgar kirine, venakişin. Herwiha tekez dike ku, serxwebûna Kurdistanê çareserî ye bo arîşe û nakokiyan.
Kemal Kerkûkî di hevpeyvînekê ligel govareke erebî bi nave Nîqaş de got: “Berî cenga cîhanî ya yekem û bi dirêjahiya dîrokê, ti carî Kurdistan li çiyayê Hemrînê û bi ser ve, ser bi Iraqê ve nebûn û bi zorê bi Iraqê ve ahtiye girêdan.”
Kerkûkî ji govara Nîqaş re amaje dike ku, tu carî baweriya kurdan bi Iraqê “nebû” û wiha berdewam dike: “Careke di bi rêya nedayîna çekan bi Hêzên Pêşmerge û birîn budceyê, Kurdistanê ketiye ber tirsa jenosîdê, lewma divê kurd serxwebûnê ragihînin bo çareserkirina tevaya arîşeyan, ji ber ku eger kurd wiha bimînin, dê ber bi nemanê ve biçin.”
Ew fermandarê Pêşmerge daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku ferman bide Parlementoya Kurdistanê daku dest bi referandûmê bike û gelê kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.
Kerkukî aşkere kir ku “azadkirina Şingalê nêzîk e” derengketina rizgarkirina wê jî bo “piştgiriya gundên erebnişîn ên navçeyê ji DAIŞê re” vedigerîne.
Fermandarê Pêşmerge li eniya Kerkûkê tekez dike jî ku, ew ji navçeyên madeya 140 venakêşin û got: “Pêşmerge, Kerkûk û xelkên wê û navçeyên din ên veqetandî bi cudahî parastine, lewm dê her li wêde bimîne û erkê xwe encam bidin.”




