26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafir û Pêşmerge bi hevre li DAIŞê didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di 2 demên cuda de, li otomobîlek û navendeke DAIŞê li eniya Rojavayê Dîcle dan.

Li gorî daxuyaniyeke ragihandina Fermandehiya Hêza Zêrevanî, îro hêza wa bi hevahengî ligel balafiran, li gundê Aşiq ê ku dikeve hember duriyana Keskê li Eniya Rojavayê Dîcle, otomobîleke çekdarên DAIŞê ku çekekî Katyoşa li ser bû, teqandin.

Herwiha saet 17:00ê Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî navendeke çakdarên DAIŞê topbaran kirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, balafiran li wir hevahengî ligel Pêşmerge kirin û bi hevre ew navend jinav birin.

Ragihandina Fermandehiya Hêza Zêrevanî wiha domand: “Li gorî agahiyên hûr ên me, ziyaneke mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê, ku gellek kuştiyên wan hene.”

Eniya Rojavayê Dîcle dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, di çend rojên borî de, hemû liv û tevgera çekdarên DAIŞê bûye armanca Hêzên Zêrevanî û balafirên hevpeymaniya navdewletî, ku bi tundî li wan dane.

Nûçeyên têkildar