26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî gihîşt Kuweytê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî gihîşt Kuweytê û ji aliyê Cîgirê Yekemê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Kuweytê ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî nîvroya îro şemî 13.06.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel gihîştin welatê Kuweytê û li Firokxaneya Navdewletiya Kuweytê, ji aliyê Şêx Sebah Xalid Ehmed El Sebah Cîgirê Yekemê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Kuweytê ve hatin pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinêye her îro şemî 13.06.2015 Serok Barzanî, ligel Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek şêwirmend li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve li ser vexwendineke fermî berev welatên Kuweyt û Îmarata Yekgirtiya Erebî birêket û biryare li gel berpirsên bilindên wan dû welatan civînan li darbixe.
 

Nûçeyên têkildar