Serok Barzanî ber bi welatên erebî ve bi rê ket

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo serdana welatên Kuweyt û Îmaratê bi rê ket.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî li ser vexwendineke fermî berev welatên Kuweyt û Îmarata Yekgirtî ya Erebî bi rê ket û biryar e ligel berpirsên bilind ên wan herdu welatan bicive.
Li gorî daxuyaniyê, mijara serekî ya hevdîtinên Barzanî ligel berpirsên Kuweyt û Îmaratê ku çend rojan berdewam dike, şerê DAIŞ û pêwendiyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û wan herdu welatan û gotûbêjkirina arîşe û pêdiviyên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û alîkariya wan dibe.
Di vê serdanê de her yek ji, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Wezîrê Plandanan Elî Sindî û Wezîrê Karebayê Selahedîn Babekir û hejmarek şêwirmend ligel Serok Barzanî ne.




