26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurd û “Peymana Niştimanî” ya opozîsyona Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- “Peyaman Niştimanî” ya ku hejmarek kesayetiyên ji opozîsyona Sûriyê li Qahîrê pesend kirine, bûye cihê nerazîbûna siyasetmedar û çalakvanên kurd, serkirdeyekî kurd jî dibêje ku wê hevpeymanê doza kurdî vegerandiye “xala sifir.”

Roja 9-10 Hezîranê û bi amadebûna 220 kesayetiyên opozîsyona Sûriyê, di nav wan de 30 kurd hebûn, li Qahîrê civiyan û “Hevpeymana Niştimanî” wek bingehekê ji bo danîna destûrek nû ji Sûriyeyê re pesend kirin.

Di nava bendên wê hevpeyamnê de, tenê yek carê navê kurdan li Sûriyê hatiye ziman û tu amajeyek bi hebûna gelekî kurd nehatiye kirin, di vê derbarê de çalakvan û nivîskarê kurd Welîd Hac Ebdulqadir ji KDP.info re got: “ew lawazî bo hesta siyasetmedarê kurd bi kêmasî û kêmbûnê di nav dijberên Sûriyê de vedigere, ew hevpeyman xincereke di pişta doza neteweyî ya kurd li Sûriyê.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim jî pesnê “Peymana Niştimanî” da û got ku, ew li Qahîrê gehiştine “wekheviya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, li gor peyman û belgehên navdewletî.”

Lê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro ew peymana ku Hevserokê PYD pesinê wê daye şermezar kir û got: “wê peymanê, kurd vegerandin xala sifir.”

Ibrahîm Biro ji KDP.info re got: “Di peyamanê de hatiye zanîn ku Sûriyê beşek ji niştimna erebî ye, wate tu cografiyaya kurdan li Sûriyê tune ye.”

Di “Peymana Niştimanî” niştimanî de hatiye: “Gelê Sûriyê yek e û ji ereb, kurd, aşorî, suryan û tirkmenan pêk tê.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Ebdulhekîm Beşar got ku, belgehên ku li Qahîrê hatine pesendkirin “paşdeçûneke mezin e” ji doza neteweyî ya kurd li Sûriyê re.

Beşar daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku, daxuyaniyekê derbixe û têde “Peymana Niştimanî” red bike, herwiha gefa vekêşana PDK-S ji ENKSê jî xwar.

Di nav kesên kurd de yên ku li Qahirê amade bûn û “Peymana Niştimanî” jî îmze kirine, çend endamên berçav ên ENKS hebûn, lê ew bi navê xwe amade bibûn û di civînê de nûneratiya ENKS nedkirin.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî beşdariya di civîna Qahîrê de red kiribû, herwiha ragihandiye ku ew pêgirî “Peymana Niştimanî” nabe.

Nûçeyên têkildar