25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîrwan Barzanî: Eşîrên ereb amade ne ligel Pêşmerge şerê DAIŞê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-Kona-KDP.info- Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûr, Sîrwan Barzanî dibêje, eşîrên ereban ên navçeyê amadehiya xwe nîşan dane ku ligel Hêzên Pêşmerge şerê terorîstên DAIŞê bikin. Herwiha tekez kir ku eniyên şer aram in û li Mexmûr û Guwêrê jî ji aliyê Hewlêrê ve 3 xalên bergiriyê hatine damezrandin.

Ev daxuyaniya Sîrwan Barzanî di dema pêşwaziya li şandeke rojnamevanên Kuwêtê de li eniya şerê li dijî terorîstan hat û ji wan re ragihand ku, hêza wan li wê eniyê hinek çiya û 130 km ji axa Herêma Kurdistanê parastine, ew jî tevî kêmiya çek û pêdviyên leşkerî, herwiha bi wan derfetên kêm navçeyek berfireh kontrol kirine.

Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûr, Sîrwan Barzanî wiha got: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê ku Amerîka serperiştiya wê dike, piştevaniyeke baş in bo Hêzên Pêşmerge û ew terorîst ji ber operasyonên asmanî nema karin êrişên berfireh pêk bînin.”

Sîrwan Barzanî ji wê rojnameya kuwêtî re ragihand: “Eşîrên ereban ên navçeyê amadehiya xwe nîşan dane ku ligel Hêzên Pêşmerge şerê terorîstên DAIŞê bikin. Herwiha tekez kir ku eniyên şer aram in û li Mexmûr û Guwêrê jî ji aliyê Hewlêrê ve 3 xalên bergiriyê hatine damezrandin.”

Nûçeyên têkildar