26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Kuwêtê aramî û pêşketina Kurdistanê birin welatê xwe

Çavkanî: KDP.info

Kuwêt-KDP.info- Endamên wê şanda welatê Kuwêtê ku beriya 2 rojan hatibû Herêma Kurdistanê, bi aramî û vejîn û pêşketina li Herêma Kurdistanê matmayî man. Wê şandê û konsolxaneya welatê wan li Hewlêrê ji medyaya Kuwêtê re tekez kirin ku Kuwêt dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re pêşbixe.

Konsulusê Kuwêt li Hewlêrê, Umer Kinderî ji ajansa Kuna ya Kuwêtî re ragihand ku, ku serdana şanda wan ya ku ligel berpirsên Herêma Kurdistanê ji wan Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî  civiya bû, serdaneke serkeftî bû, herwiha rijdbûna xwe bo berdewambûna van serdanan û pêşxistina hevahengiyê di navbera herdu aliyan de di warê aborî, bazirganî û geştûgûzar û cûltûrî de nîşan da.

Umer Kinderî ragihand ku şirket û veberhêner û damezraweyên hikûmeta welatê wî dixwazin di ware veberhênanê de li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Ji aliyê xwe ve, Sernivîserê rojnameya Enba ya Kuwêtî, Yûsif Merzûq bi pêşketin û avakirin û vejîna li Kurdistanê matmay ma û got ku, berpirsên Kurdistanê tekezî li ser pêşxistina welatê xwe kirine û dê li ser wê pêşketinê berdewam jî bin, ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê ji veberhênana biyanî re û bi taybetî bo welatên Kendavê gunca ye.

Yûsif Merzûq ji ajansa welatê xwe re, soz daye ku wêneyê xweşik û rast ê Herêma Kurdistanê bo kuwêtiyan nîşan bide, da ku aliyên hikûmî alîkariya Kurdistanê bikin, ji ber ku hejmarek zêde ji koçberên Iraqê berê xwe dane herêmê.

Herwiha Sernivîserê rojnameya Kuwêt Tims a Kuwêtî, Ebdulrehman Elyan jî eşker dike ku, beriya serdana Herêma Kurdistanê wêneyê Herêma Kurdistanê ji wan re ne zelal bû, helbet ew jî ji ber gefa terorîstan û şer bûye, lê vê serdanê bi temamî nêrîna wan ji Kurdistanê guhert.

Ebdulrehman Elyan wiha domand ku, şanda wan div ê serdanê bi temamî aramî, avakirin, vejîn û vekirin li Kurdistanê dîtin.
 

Nûçeyên têkildar