25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Mehsûm behsa rola giring a Hêzên Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir û di wê hevdîtinê behsa rola giring a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya li rûbirûbûna terorîstan û dabînkirina aramî û asayîş ji bo hemwelatiyan û yarmetîdana koçberan kirin.

Roja pênçşem 11.06.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha hereşeyên terorîstan li ser Iraq û Kurdistan û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa rola girînga hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya li rûbirûbûna terorîstan û dabînkirina aramî û asayîş ji bo hemwelatiyan û yarmetîdana koçberan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya nêzîkbûna pêkhatên Iraqê û xistinegerê hewlên ji bo aştîvaniya di navbera pêkhatên civaka Iraqê kirin. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta navendî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda bi navê çareserkirina kêşeyan her dû alî berdewamiya guftûgo û diyaloga li navbera Hewlêr û Bexda bi pêwîst zanîn.

Rewşa jiyana koçber û penaberan beşekî dinê civîna her dû Serokan bû û tekez li ser ewe kirin ku hewlên ji bo pêşkêşkirina zêdetirê alîkariya navdewletî û dabînkirina alîkarî û yarmetiya ji bo koçberan bikin, bi taybetî ku hejmarekî zêdeyê koçberan ji navçeyên cûda cûdayên Iraqê xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hewandina wê hejmara zêde ne di şiyana Herêma Kurdistanê da ye û pêwîste dezgehên peywendîdarên Iraqê û civaka navdewletî bi awayeke ciddîtir bi dengê wê kêşeyê ve bên.
 

Nûçeyên têkildar